|
Konferansa mamosteyên kurdî ya sêyem

Pênşem,
18.11.2004
Ji 17 şaredarîyên Swêdê 57 mamosteyên
kurdî, 2 midûrên perwerdeya zimanê
zikmakî û rayedarek, Mats wennerholm, ji Dayreya
karûbarên pêşvebirina dibistanan beşdarî
konferansê bûn.
Konferansê
bi axaftina midûra perwerdeya zimanê zikmakî
ya bajarê Goteborgê, Raija Enckell dest pê
kir. Mudûrê navenda duzimanî ya şaredarîya
Västeråsê (Vesteros) jî axaftinek kir
û peyama piştgirîyê ya EGITIM SEN Şaxa Amedê
xwend.
Paşê raporên seferên Dîyarbekrê
ji alîyê Joachîm Gotz û Haydar Diljen
ve hatin pêşkêşkirin. Li ser van raporan gelek
pirs hatin pirsîn.
Tiştên
nû yên malperên Dibistana Kurdî û
Fêrgehî zimanê kurdî hatin nasandin.
Li ser vê xalê di grûbên biçûk
de guftûgo hat kirin. Ji bo pêşvebirina
van malperan gelek nirxandin û pêşnîyarên
girîng hatin kirin.
Li ser alfabeya erebî guftûgo hat kirin. Mamosteyan
gelek gazind ji alfabeya erebî kirin.
Êvarê mamosteyan bi hev re şîv xwar
û şagirdên kurdî bernameyeka kulturî
ya ji her çar perçeyên Kurdistanê
pêşkêş kir.
În,
19.11.2004
Roja
duyem ya konferansê bi axaftina Mats Wennerholm dest
pê kir. Mats Wennerholm, li ser navê Dayreya Pêşvebirina
Xwendegehan ya Swêdê, di derbarê pêşveçûnên
nû yên li ser perwerdeya zimanê zikmakî
û teknolojîya zanyarî û ragihandinê
axaftinek kir. Wî di axaftina xwe de, di pirsa perwerdeya
zimanê zikmakî de, rola dewlet û şaredarîyan
anî zimên û got, dewlet, armanc û
hedefên perwerdeyê destnîsan dike, lê
hemû çalakîyên perwerdeyî yên
ji bo gîhaştina wan hedefan di bin erk û
berpirsîyarîya şaredarîyan de ne.
Dê
di pêşerojê de qelem û defter hebîn
lê...
Wennerholm carek din bal kişand ser girîngîya
teknolojîya zanyarî û ragihandinê
û got, dê di pêşerojê de qelem,
defter û pirtûk hebin, lê komputer, bi taybetî
jî înternet, dê cihê xwe di jiyana
mirovan de, bi taybetî di jîngeha perwerdeyê
de hîn jî grantir û frehtir bike. Lewra,
yên ku heta niha vê teknolojîyê bi
kar naynin, divê ji niha de amadekarîyên
xwe bikin ku bi kar bînin.
Wennerholm li ser pêşveçûnên teknolojîya
ragihandinê çend mînak dan. Yek ji wan
mînakan ew bû: Dema ku mirov dixwîne komputer
bi xwe dinivîse. Şagird dikarin vê bernameyê
bi kar bînin û xwe bi xwe test bikin.
Wennerholm axaftina xwe weha domand; wezareta perwerdeyê
dixwaze ji perwerdeya zarokên biyanîyan îmkanên
nû peyda bike û rewşa wan baştir bike. Ev yeka
ha di nav plana xebata wezaretê de xala pêşî
ya rojevê ye. Projeya Temaya zimanê zikmakî,
perwerdeya bilindkirina kopentensa mamosteyan û perwerdeya
dîstansê çend mînakên ji vê
xebatê ne ku hatina plankirin.
Ziman
ji alayan mezintir in
Mamosteyekî pirsî, got, gelo çima hûn
li ber her zimanekî alayekê danaynin? Mats Wennerholm
weha bersiv da; Em naxwazin zimanan bi alayan ve
girê bidin. Ziman ji alayan gelek mezintir in.
Wennerholm li ser erka mamosteyên zimanê zikmakî
jî weha got, Di nav pênc salan de dê
erka mamosteyên zimanê zikmakî bê
guhertin. Ji bo ku mamoste bikaribin bi vê erkê
rabin, divê xwedî zanebûneka firehtir bin.
Lewra divê hûn xwe ji niha de amade bikin.
Plaketa
EGITIM SENê Saxa Amedê
Mats Wennerholm, di dawîya axaftina xwe de plaketa ku
EGITIM SENê şaxa Amedê (Diyarbekir) dabû
Mai Beîjer (Beîyer) û hevalên wê
yên delegasyona Swêdê ku çûbû
serdana Amedê, pêşkêşî beşdarên
konferansê kir û got, ev plaket Sendîkaya
Mamosteyan Şaxa Amedê daye Maî Beîjer. Maî
Beijer, ji ber ku li Danîmarkayê ye, nikaribû
were vê konferansê. Lê ji we re silavên
serketinê û ev plaket şandîye. Ez wê
plaketê radestî we dikim.
Haydar Diljen plaket wergirt û nivîsa li ser plaketê
xwend. Li ser plaketê navê kesên ku di heyeta
Swêdê ya perwerdeyê de bûn (Mai Beijer,
Haydar Diljen, Sabîha Otlu, Zekerîya Mustafa)
heye û bi kurdî weha hatîye nivîsîn:
Ji bo eleqedarîya we ya perwerdeya duzimanî
û zimanê dayikê em we pîroz dikin.
Bo serlêdana we em gelek kêfxeş bûn. Ji
we re serketin. 25.10.2004. Saxa Amedê ya EGITIM SENê,
Lijneya Rêveber.
Plaket û nivîsa li ser ji alîyên beşdarên
konferansê ve bi dilşadîyek mezin hat pêşwazîkirin.
Konferansê
sala bê li Amedê
Piştî axaftina Mats Wennerholm, grûbên
kurdîya bakur (kurmancî) û başûr
(soranî) cihê cihê civîyan. Di grûba
kurdîya başûr de, şaîr Refîk
Sabir li ser dîroka zimanê kurdî semînerek
da. Paşê hin materyalên dersê hatin
nasandin.
Grûba
kurdîya bakur, di bin rêveberîya mamoste
Şefîk Kaya de, bi xala lidarxistina konferansê
ya li Amedê dest bi xebatên xwe kir. Haydar Diljen,
li ser fikra konferansa Amedê û danûstandinên
ku heta niha di vî warî de hatine kirin, agahî
dan konferansê. Mamosteyan yeko yek li ser vê
pêşnîyarê dîtinên xwe
anîn zimên. Hemûyan jî bi dilşadîyeke
pir mezin ev pêşnîyar di cih de dît.
Konferansê di vê derbarê de, bi yekdengî,
weha meyla xwe destnîşan kir:
Li Amedê lidarxistina konferanseka mamosteyên
kurdî însîyatîfeke gelek di cî
de ye. Em bi kêfxweşî piştgirîyê
dikin.
Divê mamosteyên hemû zaravayên
kurdî di vê konferansê de bên temsîlkirin.
Li
ser lîsteya peyvan ya ku li ser termên jîngeha
perwerdeyê hatibû amedekirin, guftûgo hat
kirin. Jixwe xebata di derbarê vê lîsteyê
de di konferansa par de dest pê kiribû. Li ser
lîsteyê axaftinên bi giştî hatin
kirin. Ev lîste, dê wek pêşnîyar
di malpera Dibistana Kurdî de bê weşandin.
Mamosteyên ku hewcedarîya wan pê hebe, dikarin
bi kar bînin.
Misto
Brodrêj Prtûka Alfabeyê da nasandin
Paşê Misto Brodjêj pirtûka xwe ye
bi navê Alfabe, da nasandin û li ser
pedagojîya hînkirina xwendin û nivîsîna
kurdî ya destpêkê peyivî. Her weha
li ser metodên hînkirina xwendin û nivîsîna
agahdarî dan.
Remzî
Kerîm plana dersê pêşkêş
kir
Remzî Kerîm plana xwe ya dersê ku ji 32
rûpelan pêk hatibû, pêşkêşî
konferansê kir. Herweha behsa planên dersê
yên mamosteyên kurdî yên din ku li
Şaredarîya Botkyrkayê (Botşîrka)
mamostetîyê dikin jî kir. Li ser plana dersê
guftûgoyên gelek baş hatin kirin.
Plana
ku Remzî Kerîm amade kirîye dê di
malpera Dibistana Kurdî de bê weşandin.
Atmosferek germ û kurdewarî
Piştî
ku beşdarên konferansê bi hev re wêne kişandin,
konferans bi dawî hat. Vê konferansê hêza
mamosteyên kurdî xurttir kir. Du rojên mamosteyên
kurdî di atmosfereka gelek germ û kurdewarî
dederbaz bûn.
Çi
di warê naverok, organîze û aktîfbûna
besdaran de, çi jî di warê peywendî
û sewîya bilind ya guftûgoyên di navbera
besdaran de konferans gelek bi serketî bû. Vê
konferansê hêz û morala mamosteyên
kurdî xurttir kir. Besdarên konferansê bi
heyecaneke mezin li hêvîyê ne ku konferansa
sala bê li Amedê çêbe.
Nuçeyên
din:
1.
Konferans, roja yekem
2.
Konferans, roja duyem
3.
Wêne/foto
4.
Ozgur politika
5.
Kurdishinfo.com
6.
Rizgari.org
7. KurdishMedia
20.11.2004
Haydar Diljen |