
Şagird û mamosteyên kurd bi awayekî aktif beşdarî pîrozkirinê bûn


Di civatên pirrengî de giringîya zimanê zikmakî
Hêjayî gotinêye ku pirtûka Anita Steiner ya bi navê Jacob seglar till Kina (Jacob bi keştîyê çû Çînê) ji alîyê şagirdên kurd, ereb û sirb ve, bi wêne û pêşpirkeyan hate pêşkêş kirin. Nivîskara pirtûkê Anita Steiner axeftinek li ser pirtûka xwe kir. Wê di civatên pirrengî de, di zanist û têgihiştina yekûdu de giringîya zimanê zikmakî anî ziman. Û her weha şagirdan bi zimanê xwe helbest xwendin, kilam gotin û govend girtin.

Ji bo pîrozkirina vê rojê alaqeyek mezin
Rojnamevan û televizyona heremî, nûnerên Dayreya Giştî ya Pêşvebirina Xwendegehan ya Swêdê (Myndigheten för skolutveckligen), midûr û mamosteyên gelek dibistanên Göteborgê, dê û bav, mamosteyên zimanê zikmakî bi gelek şagirdên xwe ve di konferansê de amade bûn. Di vê rojê de, carek din, di civatên pirrengî de giringî û rola zimanê zikmakî hate bibîranîn.

Goteborg
Goteborg, ji warê mezinbûnê de, bajarê Swêdê yê duyem ye. Nifûsa Goteborgê 489 797 e. Hejmareke mezin ji kurdên li Swêdê li Göteborgê dijîn. Kurdên li Goteborgê bi awayekî aktiv beşdarî çalakîyên pirçandî û pirnetewî dibin.
Nivîs û wêne: Tehsîn Aslan, Goteborg/Swêd, 21/2 2007
Ji pîrozbahîyê çend wêneyên din:







