21ê sibatê Roja navnetewî ya zimanê zikmakî ye. Ev roj, di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCOyê ve hat pejirandin û bi seremonîyekê hat îlankirin. Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakîyên pirrengî tê pîrozkirin. Armancên vê rojê ev in:
1. Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî
2. Bilindkirina famdarîya ji bo civakeka pirçandî
3. Bilindkirina toleransa li hember mirovên cihêreng Em wek malpera Dibistana Kurdî ji sala 2002ê û bi vir de ye ku vê rojê pîroz dikin û dixwazin balê bikşînin ser girîngî û mafê perwerdeya zimanê zikmakî. Kurd jî êdî hêdî hêdî girîngîya vê rojê tê digihên û pîroz dikin.
Çima 21ê sibatê?
Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, bengladeşîyan 21ê sibatê pêşnîyar kir.
Di 21ê sibata 1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin. Loma Bengladeşî 21ê sibatê wek roja şehîdên zimanê xwe bibîrtînin.
Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, urdu, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakîyên têvel diyar dikirin.
Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî,urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşîyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin.
Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCOyê ev roj pejirand.
Çalakîyên Pîrozbahîyê

Li Swêdê:
Li gelek bajarên Swêdê çalakîyên pîrozbahîya zimanê zikmakî hatina plankirin.
Dayreya Pêşvebirina Dibistanan ya Swêdê (Myndigheten för Skolutveckling), girîngîyeke mezin dide çalakîyên vê rojê.
Şagirdên kurd jî dê li şaredarîyan bi helbest, axaftin, stran û govenda kurdî vê rojê pîroz bikin. Em ê çalakîyên şagird û mamosteyên kurdî di malpera xwe de biweşînin.
Bi ya me pêwîstîya kurdan ji hemû miletan pirtir bi rojên weha heye. Ji ber ku perwerdeya bi zimanê me hîn li sê parçeyên Kurdistanê qedexe ye. Zarokên me di bin asîmlasyoneke hov de ne. Divê di vê rojê de em dengê xwe bigînin cîhanê.
Arşîv:
Çalakîyên 21ê sibatê 2008
Çalakîyên 21ê sibatê 2007
Çalakîyên 21ê sibatê 2007- Goteborg
Çalakîyên 21ê sibatê 2006
Çalakîyên 21 sibatê 2005
Çalakîyên 21ê sibatê 2004
Dîtinên şagirdên lîseyê yên di derbarê zimanê zikmakî de, 2004
12-02-2009
HD/Dibistana Kurdî


