Tema modersmål - nordkurdiska

21ê sibatê Roja navnetewî ya zimanê zikmakî ye

Ji bo çapkirinê

rojaziman201021ê sibatê ”Roja navnetewî ya zimanê zikmakî” ye. Ji niha ve amadekariyên pîrozbahîyên vê rojê dest pê kirin. Li Swêdê, Skoverket, Dayreya giştî ya perwerdeyê girîngîyeke mezin dide vê rojê, Ev roj dê bi çalakîyên pirrengîn li hemû welatên endamên UNESCOyê bê pîrozkirin.

Dê di çalakîyên vê rojê de mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, girîngîya civaka pirçandî û toleransa ji bo cihêrengîyeke piralî mijarên sereke bin.


Ev roj ji aliyê kê ve û kengî hat îlankirin?
Ev roj, wek “Roja navnetewî ya zimanê zikmakî”, di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCOyê ve hat pejirandin û bi seremonîyekê ve hat îlankirin.

Çima 21ê sibatê û ne rojeka din?
Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina vê rojê di nav lêgerînê de bû, bengladeşîyan 21ê sibatê pêşnîyar kir.

Di 21ê sibata 1952ê de, di xwepêşandaneka ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin. Loma bengladeşî 21ê sibatê wek roja şehîdên zimanê xwe bi bîr tînin.

Dîroka têkoşîna bengladeşîyan û roja zimanê zikmakî
Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakîstanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan yê fermî zimanê Pakîstanê, urdu, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakîyên têvel diyar dikirin.
Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê pakîstanê yê fermî,urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê bengladeşîyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin.


Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakîstanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeka girîng e. Lewma UNESCoyê ev roj pejirand


Çalakîyên li Swêdê
Ev roj dê îsal jî li Swêdê li hemû şaredarîyan bi semîner, axaftin, pêşengeh, muzîk, dans, pêşbirke û hwd. bê pîrozkirin. Hin şaredarî dê vê rojê wek hefteyekê pîroz bikin û li hemû dibistanan çalakîyan li dar bixînin. Goteborg û Vesteros ji wan bajaran in ku dê vê rojê hefteyekê pîroz bikin. Bi munasebeta vê rojê, hem bi çalakîyan hem jî bi medyaya netewî û herêmî dê awira giştî li ser girîngîya zimanê zikmakî bê agahdarkirin.

Şagirdên kurd dê îsal jî li şaredarîyan bi helbest, axaftin, stran û govenda kurdî vê rojê pîriz bikin. Em ê çalakîyên şagird û mamosteyên kurdî di malpera xwe de biweşînin.


Kurd û roja zimanê zikmakî
Em ji sibata 2004ê û bi vir de ye ku di malpera xwe de cî didin vê rojê. Ji sibata 2009ê ve ye ku li Bakurê Kurdistanê ev roj hinek firehtir tê pîrozkirin. Par Kurdî-Der, Egitim Sen, Enstûtuyên kurdî yên Stenbol û Amedê û hin dezgehên din ev roj pîroz kirin. 

Divê em kurd ji her kesî pirtir di vê rojê de çalak bin û di qada navnetewî de balê bikşînin ser mafê perwerdeya bi kurdî. Em hêvîdar in di vê rojê de medyaya kurdî bi awayekî ciddî li ser girîngîya mafê perwerdeya zimanê zikmakî raweste.

Dibistana kurdî/H. Diljen

Çalakî û wêneyên salên berê:

>>>2009 (kurdî)
>>>2009 (svenska/swêdî), >>>wêne/foto
>>>2008, >>>2008 wêne/foto
>>>2007
>>>2007 Goteborg, 2007 - Västerås
>>>2006, kurdî, Västerås

>>>2005 - svenska,Västerås

>>>2005 - kurdî, Västerås

 

 



[Fortsättningen på din artikel här .... (OBS! Läs mera länken kommer automatisk!)]