Lin hin şaredariyên Swêdê ê ”Roja zimanê zikmakî ya navneteweyî” hefteyekê û li hemû dibistanan bê pîrozkirin. Ji van şaredariyan yek jî Vesteros e. Li Vesterosê vê hefteyê çalakîyan dest pê kir û dê hefteyekê bidomin. Kurd li hemû dibistanan û bi awayekî aktîf beşdarê çalakîyan dibin. Şagirdên kurd ên ji her çar aliyên Kurdistanê bi hev re li ser Kurdistanê agahî didin, helbestan dixwînin, stranên kurdî dibêjin, bi forma defîleyê cilên kurdî nîşan didin û govenda kurdî pêşkêş dikin. >>>![]()

Şagirdên kurdî yên polên 9ê li dibistana xwe li ser Kurdistanê agahî didin hevalên xwe yên swêdî û yên welatên din
Îsal li Kurdistanê jî ev roj ji salên derbasbûyî pirtir tê pîrozkirin. Li Başûr ev roj ê bi awayekî fermî di dibistanan de bê pîrozkirin. Li Bakur gelek çalakî hatine plankirin.

Di pêşengehekê de xebatên şagirdan ên li ser ziman, dîrok û cografyaya Kurdistanê
Li derveyî welêt cihê ku ev roj bi coşeke mezin tê pîrozkirin Swêd e. Li Swêdê bi 140 zimanan dersa perwerdeya zimanê zikmakî heye. Kurdî yek ji wan zimanan e û di nav 10 zimanên mezin de ye. Li gor statîstîkên dewletê li Swêdê ji 10 hezarî pirtir şagirdên kurd beşdarê perwerdeya kurdî dibin.

Nêrgiz cilên kurdî nîşanî zarok û mamosteyên ji 40 welatên cihê dide. (15.02.2010 Vesteros/Swêd)
Îsal li Swêdê li gelek şaredariyan ê ev roj hefteyekê bê pîrozkirin. Goteborg û Vesteros ji wan şaredariyan in. Li Goteborgê 1200, li Vesterosê jî 550 şagirdên kurd beşdarê perwerdeya kurdî dibin.

Di vê grûbê de keçên kurd ên ji sê parçeyên Kurdistanê hene: Bakur, Başûr û Rojhelat. Ew bi hev re di asta lîseyê de kurdî dixwînin. (16.02.2010, Vesteros-Swêd)
Li Vesterosê ev roj di hemû pêşdibistan û dibistanan de tê pîrozkirin. Pîrozbahî di rêveberiya Navenda duzimanî ya şarederiya Vêsterosê (Centrum för tvåspråkighet) de tên li dar xistin. Di hemû çalakîyan de bi awayekî berfireh bal ji bo girîngîya perwerdeya zimanê zikmakî û toleransa pir çandî tê kişandin. Şagird û mamosteyên kurdî di van çalakîyan de gelek organîzekirî û aktîf in.
>>>Pirtir bixwîne
>>>Film-1- S:t Ilians skolan 2010-02-16, Västerås
>>>Film-2- Hällbyskolan, 2010-02-19, Västerås
Dibistana Kurdî/HD
Wêne: www.dibistanakurdi.com



