
Ev lîstok bi 10 fasûlyeyên mezin ên ku alîyekî wan bi rengê sor hatîye rengkirin tê lîstin. Hejmar dikare bê guhertin. Mirov dikare gelek caran dubare bike.
Fasûlyeyan bike tûrikekî. Pişt re bila zarokek fasûlyeyan birêjîne ser masê û hemû bi hev re bijmêrin, ka çend fasûle bi alîyê sor û çend jî bi alîyê spî li ser masê ne. Paşê fasûleyan bikin nav tûr.
Heta ku zarokekî/a din tûr dihêjîne û fasilan dirijîne ser masê, bila zarokên din çavên xwe bigirin. Dema ku zarok fasûlyeyên di tûrik de dirijîne ser masê, dibêje "fermo, ka bêjin çend fasûye bi alîyê sor û çend jî bi alîyê spî li ser maseyê ne. Zarok din dihejmêrin û bersivê didin.

Zarokek din tûrik dihêjîne û fasûleyan dirijîne ser masê û zarokên din heta dawîya lîstokê çavên xwe digirin. Zarokê/a ku fasûlye rijandin ser masê, bi qasî hejmara fasûleyên bi rengê sor destê xwe li hev dixe û dipirse: "Ka bêjin çend fasûlye bi rengê sor in?"
Zarok bersîvê didin.
Zarok vê carê bi qasî rengê spî destê xwe li hev dixe û ji zarokên çavgirtî dibirse: Ka bêjin çend fasîle bi rengê spî ne?
Zarok bersivê didin.
Sabîha Otlu
Çavkanî:Nämnaren 2011:4



