Sabiha Otlu di sala 1955î de, li qeza Elezîzê li Baskîlê hat dinê. Enstîtuya Perwerdeyê li Diyarbekirê teva kir. Di navbera salên 1974-75 li Elezîzê di dibistana seretayî de û 1977-1982 li Amedê di lîseya Ziya Gokalpê de mamostetî kir.
Di navbera salên 1984 û 1991ê de li Swêdê li bajarê Uppsalayê mamostatiya kurdî û matematîkê kir.
Li Zanîngeha Uppsalayê beşa mamostetiya matematîk û zanyariyên xwezayî û li Zanîngeha Stockholmê jî mamostetiya zimanê swêdî û pedagojîya taybetî xilas kir.
Niha li Swêdê li bajarê Wasterasê (Västerås) mamostetiya swêdî û matematikê dike.
Haydar Diljen
Haydar Diljen di 1951ê de li Sêwregê hat dinê. Li Diyarbekirê Enstîtuya Perwerdeyê teva kir. Di navbera salên 1970 û 1981ê de li Sêwreg û Diyarbekirê mamostetî kir.
Ji sala 1984an û bi vir de ye ku li Swêdê mamostetiya kurdî dike.
Li Swêdê, li ser "di perwerdeyê de bikaranîna teknolojiya ragihandinê" û "li dibistanê grûba xebatê" xwend.
Haydar Diljen nivîskarê kitêbên dersê ye û heta niha pênc kitêbên wî çap bûne.
Niha li Swêdê li Belediya Wasterasê, hem wek mamosteyê kurdî û hem jî wek pedegogê kompîtorê kar dike.
Haydar Diljen rêvebirê vê projeyê ye.
Tahsîn Aslan
Ez di sala 1960 an de li gundê şanîşê girêdayî Nisêbînê, li Bakurê Kurdistanê, ji dayîk bûme. Min di sala 1979 an de Enstîtuya mamosteyî ya seretayî li Mêrdînê qedand.
Ez ji sala 1989 an de li Swêdê dijîm û li Unîversîteya Gotebrgê beşê bîrkarî, jînge, teknîk û zimanê swêdî xwend. Ji sala 1992 hetanî sala 2007 min wek mamosteyê zimanê kurdî li dibistanên Swêdê kar kir.
Ji sala 2007 an û virde ez wek pedagogê Kompîtir û rêvebirê dersdana bi reya kompîtire li şaredarîya bajarê Goteborgê kar dikim.







