
Li Swêdê, li Skoklosterê "Konferansa temaya zimanê zikmakî" (Tema modersmål) dest pê kir. Ji Swêdê û Norveçê 100 pedagog û rêvebirên dibistanan beşdar dibin. Vê konferansê Dayreya Giştî ya Xwendegehan ya Swêdê (Skolverket) palpiştiyê dike û bi rê ve dibe.

















