
Konferansa mamosteyên kurdî dest pê kir. Ji 27 şaredariyan 66 mamosteyên kurdî û rêvebirên dibistanan û rayedarên Skolverketê (Dayreya Giştî ya Dibistanan ya Swêdê) di konferansê de amade ne. >>>wêne
Paşê Mats Wennerholm, ji Skolverketê, di axaftina xwe de behsa pêşniyarqanûna dibistanan ya nû jî kir. Wî got, "mafê perwerdeya zimanê zikmakî di qanûna nû de hîn baştir tê garantîkirin.
Osvalt Soderqvist, parlamenterê berê yê Partiya Çep, jî li ser dîroka kurdan ya ji salên 50 û heta îro axaftinek kir. Axaftina wî ji aliyê beşdarên konferansê ve bi baldariyek mezin hat guhdarîkirin. Wî di axaftina xwe de bûyarên dîroka nêzîk ya her çar parçeyên Kurdistanê û serpêhatiyên xwe yên di çalakiyên doza kurd de anîn zimên.
Beşa dawî ya bernameya îro nasandina pirtûkên dersê bû. Gelek pirtûk hatin nasandin. Li ser nivîsîna pirtîkên dersê û zimanê wan gelek nîqaşên baş hatin kirin. Pirtûka Enstîtuya Stenbolê "HÎNKER" ji aliyê mamosteyan ve gelek hat ecibandin.













