Dokumentên birêvebir çarçaweyê diyar dikin, lê di warê planên xebatê yên herêmî, planên dibistanan û planên kar de azadiya belediyeyan qasî ku mumkin e, berfireh e.
Dokumentên birêvebir yên netewî
Parlamento biryarê li ser Qanûna Dibistanê dide. Di vê qanûnê de destûr û qeydeyên bingehîn yên ji bo hemû şiklên dibistanan tên dest nîşan kirin. Ev qanûn bi berfirehî armanc û riyên şikildana karê dibistan û sexbêriya zarokan nûşan dike.
[de nationella styrdokumenten.]
Wek temamkera Qanûna Dibistanê ji bo şiklên dibistanan qanûnname hene. Beşa bi taybetî enteresan a li ser xwendina zimanê zikmakî li dibistana destpêkê di qanûnnameya dibistana destpêkê birê 2, § 9-4 û birê 4, § 7-14 û birê 5, § 2 de hatiye dest nîşan kirin.
[Grundskoleförordning] [Gymnasieförordning]
Hukûmet biryarê li ser planên xwendinê dide. Hemû kesên li pêşdibistan û dibistanan kar dikin, mecbûr in li gor planên xwendinê kar bikin. Kar û wezîfeyên dibistanan û hêjayiyên ku wê ji bo xwendin û dersdanê bibin bingeh di planên xwendinê de hene. Planên xwendinê wê di karûbarên dibistanê de hertim li ber çavan be. Hukûmet ji bo her "programeke netewî" a lîseyê armancên programê dest nîşan dike.
Ji bo plana xwendinê ya [förskolan] [grundskola] [gymnasiet].
Hukûmet her weha biryarê li ser planên kursan jî dide. Planên kursan her ders yan programê salox didin; armanc û strukturê xuya dikin. Plana kursekê divê armanca ku wê şagird di dawiya bigihiyê zelal bike.
Li ser xwendina zimanê zikmakî:
Kursplaner för modersmålsundervisning dibistana destpêkê
Betygskriterier för modersmålsundervisning dibistana destpêkê
Kursplaner och betygskriterier för ämnet modersmål lîse
Dewlet di warê birêvebirina karûbarên sexbêriya zarokan û dibistanan de guh dide şîret û agahdariyên Dayîra Karûbarên dibistanan (Skolverket).
[allmänna råd]
Erkê belediyan
Berpirsên polîtîk yên li belediyê ji piraniya karûbarên sexbêriya zarokan û dibistanan berpirs in. Lewra li her belediyekê divê civata belediyê ji bo sexbêriya zarokan û dibistanan planekê çêke û di vê planê nîşan bide ka ji bo gihiştina armancê çi rê dane pêşiya xwe. Ev plan divê hem ji bo armancên nêzîk hem jî ji bo armancên dûr be.
[Kommunala uppdraget]
Divê pêşdibistan û dibistan plan û karên xwe di planeke xebatê de binivîsin. Her weha divê dibistan planeke demê jî binivîsin. Çêkirina planeke serhev , lidûçûn, nirxandin û pêwîst be rastkirina çewtiyan erkê mudir e.













