Li Swêdê, 21ê sibatê,"Roja navnetewî ya zimanê zikmakî", bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Wezîrê Dibistanan û rayedarên Dayreya Giştî ya Pêşvebirina Dibistanan jî li şaredarîyên cihê cihê beşdarî pîrozbahîyan bûn. Wezîrê Dibistanan Îbrahîm Baylan, bi munasebeta vê rojê, di derbarê girîngîya zimanê zikmakî de peyamên gelek giring dan. Ev peyam dê li ser pêşeroja perwerdeya zimanê zikmakî bandoreke erênî ya mezin bikin.
Yek ji wan peyamên wezîrê dibistanan ew bû ku divê hemû şaredarî, li dibistanên ku zarokên biyanîyan lê pir in, dersên din jî, bo nimûne matematîk, bi zimanê zikmakî bidin. Ev model dê dereceya serketina şagirdan ya dibistanê bilindtir bike.

Payameke din jî ew bû ku divê xwendekarên duzimanî yên xwendegehên bilind yên mamostetîyê wisan bên perwerdekirin ku bikaribin dersa zimanê zikmakî jî bidin.
Wezîrê perwerdeyê ji bo çapemenîyê carek din dîyar kir ku hukmatê 225 miljon kron ji bo pêşvebirina zimên veqetandîye.
Li Vesterosê (Västerås)
Wek gelek bajarên din, li bajarê Vesterosê (Västerås) jî ev roj bi şahîyeke navnetewî hat pîroz kirin. Ji 1000î pirtir zarok, malbatên zarokan, mamoste û rayedarên perwerdeyê yê Şaredarîyê beşdar bûn.

Bi 40 zimanên cihê helbest hatin xwendin, stran hatin gorin, axaftin hatin kirin; bi 40 rengên cihê dans û govend pêk hat. Heta niha livî bajarî şahîyeke weha girseyî pêk nehatibû.

Şagirdên kurdî jî bi helbest, stran, skeç û govenda kurdî û lêdana amûrên muzîkê beşdarî şahîyê bûn.
Ji Dayreya Giştî ya Pêşvebirina dibistanan Mats Wennerholm jî di şahîyê de amade bû.
Di çapemenîya Swêdê de Roja zimanê zikmakî:
Hem çapemenî hem jî tv û rojnameyên Swêdê, bi awayekî çalek, Roja navnetewî ya zimanê zikmakî şopandin. Televizyon û radyoyên netewî û nûçe û bername weşandin.
Radyoya Swêdê beşa kurdî
Radyoya Swêdê beşa kurdî jî li ser vê rojê bernameyeke 10 deqeyî weşand. Di bernameyê de bi şagirdên kurdî yên lîseyê, mamosteyên swêdî, mamosteyên kurdî û mudûrê perwerdeya zimanê zikmakî yê Şaredarîya Vesterosê (Västerås) re hevpeyivîn hene.

Goteborg Posten: Vê rojnameyê cihekî fireh daye pîrozbahîyên roja navnetewî ya zimanê zikmakî û beşdarbûna wezîrê dibistanan Îbrakîm Baylan ya li pîrozbahîyên li Goteborgê. Di rojnameyê de bi kurtî weha hatîye nivîsîn:
Wezîrê dibistanan Îbrahîm Baylan; Roja zimanê zikmakî li Goteborgê pîroz kir. Dema ku ew hat Swêdê 10 salî bû. Ew bixwe dizane, çendî dijwar e, dema ku mirov mecbûr be di polekê de bixwîne û zimanê hevalên xwe û mamosteyan fêm neke.
Li Goteborgê polên duzimanî hatine avakirin. Wane hem bi zimanê zarokan yê zikmakî hem jî bi Swêdî tên dayin. Vê heftê dê çîrokan bi zimanê zikmakî û hefteya bê bi swêdî bixwînin.

Li Goteborgê li dibistanekê ku navê xwe Gordsten (Gårdsten) e, dersa matematîkê bi kurdî, erebî, bosnîxirwatî û somalî tê dayin. Wezîrê pwerdeyê bi hêvî ye ku şaredarîyên din jî vê modelê bikar bînin. Ji bo perwerdeyeke weka duzimanî 225 milyo kron hatine veqetandin.
Ceribandinên heta niha nîşan didin ku perwerdeya duzimanî encamên gelek baş dane. Bi perwerdeyeka bi vî rengî zarokên ku ne swêdî ne, di dersên xwe de paşde nemînin.
Înrahîm Baylan dibêje me du miljon kron dane Dayreya Pêşvebirina dibistanan ku pê malperên zimanên zikmakî fînanse bikin. (Yek ji van malperan, malpera “Dibistana Kurdî” ye. DK)

Hallansposten: Vê rojnameyê jî cih daye daxuyanîya ku redaktorên malperên zimanê zikmakî yên ku beşek ji malpera Dayreya giştî ya karûbarên pêşvebirina dibistanan in. Redaktorên ku malperên bi 25 zimanên cihê bi rê ve dibin di daxuyaniyê de daxwaz dikin ku heta sala 2008an divê perwerdeya zimanê zikmakî di nav şemaya dibistanan de bê bicihkirin. Redaktorê malpera Dibistana Kurdî Haydar Diljen jî ev daxuyanî îmze kirîye.













