Nav: Jiyan ZandîSal: 29
Bajarê ku lê rûdine: Stockholm
Malbat: Dê, bav û heft xuşk û bira
Kar: SVT (Televizyona Swêdê), pêşkêşvana bernameya Lîlla Aktuellt
Perwerde: Rojnamevanî
Ziman: kurdî, swêdî, îngilizî û erebî
Sê peyvên ku wê salox didin: bihêz, bixwebawer û sosyal


Mudûra Navenda Duzimanî ya Şaredarîya Vesterosê (Cf2-Centrum för tvåspråkighet) Karîn Brobäck (Brûbek) dest bi karê xwe kir. Ew di şûna mudûrê berê Joachîm Gotz de hat tayinkirin. Joachîm Gotz li Stockholmê bû şefê Dayreya perwerdeya zimanê zikmakî (Språkcentrum). Karîn Brobäck di heman demê de, li ser navê şaredarîyê bû xwedîya malpera me.
Hevalê me yê sohbetgerm, afirîner, xwedî vîzyon û berhemên mayinde Nedîm Dagdevîren, bi awayekî bi lezûbez li nav me koç kir. Em ê sibe ji hev xatir bixwazin û wî ber bi Amedê ve bi rê bikin. Di vê nameyê de ez dixwazim dakevim salên 70î û beşeka biçûk ji keda Nedîm ya ji bo “dunyayeka xweş” çend têbinîyan binivîsim.
Di 5ê gulanê de li seranserî Swêdê ji bo 100salîya Şopgerên (Scout) Swêdê Roja Şopgeran hat pîrozkirin. Keça kurd Silîva Aydin a 8 salî, li gel grûba xwe, bû yekem. Bi munasebeta vê musabeqeyê min hevpeyivîneke telefonî bi Silîva Aydin re çêkir. Bi rastî li ber vê kurdîya wê ya paqij û xweş kêfa merivan tê. Em hêvîdar in ku zarokên weha yên kurd pirtir bin.










