Nav: Jiyan ZandîSal: 29
Bajarê ku lê rûdine: Stockholm
Malbat: Dê, bav û heft xuşk û bira
Kar: SVT (Televizyona Swêdê), pêşkêşvana bernameya Lîlla Aktuellt
Perwerde: Rojnamevanî
Ziman: kurdî, swêdî, îngilizî û erebî
Sê peyvên ku wê salox didin: bihêz, bixwebawer û sosyal Jiyan Zandî kî ye?
Jiyan Zandî 29 salî ye û biçûka 8 xuşk û birayan e. Malbata wê ji Kerkûkê ye, lê ew li Bexdayê hatîye dinyayê. Dema ku çarsalî bûye, ji ber zilma rejîma Saddam, bi malbata xwe re revîyaye Swêdê. Rêya di navbera Bexdayê û Swêdê ji bo wan du sal ajotîye. Reva wan ya bo Swêdê gelek bi trajîk derbas bûye. Heta ku ew bigihên Swêdê du salan li Îran, Lîbya, Bulgarîstan, Yoguslaviya û Polonyayê mane. Di sala 1984an de ji Polonyayê hatine Swêdê û li bajarê Jonkopingê (Jönköping) li Bankeryd bi cih bûne.
![]() |
![]() |
|
![]() |
Jiyanê, li wir xwendina xwe ya pêşdibistan, dibistan û lîseyê qedandîye. Wê di sala 1998an de di radyoya Swêdê Şûba Jonkopingê de wek nûçegîhan dest bi rojnamevanîyê kirîye û di heman demê de dest bi perwerdeya rojnamevanîyê kiriye.
Ew niha di televizyona Swêdê de pêşkêşvaniya bernameya “Lîlla Aktuelt” (Aktuela Biçûk) dike.
Êdî niha ez li kar nagerim, kar li min digere.
Gelo çawa bû ku tu ji Jonkopîngê hatî Stockholmê û te karekî weha girîng dît?
Ku mirov ji karê xwe hez bike û karê xwe baş bike êdî ne pêwîst e ku mirov li kar bigere, kar li mirov digere. Yê min jî tiştekî weha bû. Ez ji rojnamevanîyê hez dikim. Min di sala 1998an de li Radyoya Swêdê di şûba Jonkopingê de wek nûçegihan dest bi kar kir. Min heta 2003an ev kar domand. Paşê min li Stockholmê di Televizyona Swêdê de karek ceriband. Hevkarên min û rêvebirên televizyonê gelek ji min hez kirin. Ev kar û karê min yê radyoyê ji bo karê min yê niha ji min re bûn referens. Êdî niha ez li kar nagerim, kar li min digere.
|
|
|
|
Li SVT bernameya te ye yekem kîjan bû?
Jiyan: Bernameya min ya yekem portreyek bû. Ev bername ji bo temenmezinan bû. Min di heman babetê de 20 bername çêkirin. Paşê min dest bi pêşkêşkirina Lîlla Aktuelt kir. Hingî ez 27 salî bûm.
Hûn çend kes di bernameya Lîlla Aktuelt de kar dikin?
Jiyan: Em şeş kes in.
Di bernameyê de rola te çi ye?
Jiyan: Ez li gel pêşkêşkirinê, manûsên xwe jî bi xwe amede dikim.
Ji bo karekî şertên serketinê çi ne?
Jiyan: Yek ji wan, divê mirov ji karê xwe hez bike, yê duyem divê bi mirov re daxwaza kar hebe, yê sêyem divê mirov karê xwe baş bike.
Sê peyvên ku te salox didin kîjan in?
Jiyan: Bihêz, bi xwe bawer û sosyal
Jiyan Zandî, li gor temenê xwe yê ciwan gelek kamil û sosyal e. Ango bi gelek hêsanî dikare bi hemû kategorîyên civakê re peywendî deyne. Gelek nefsbiçûk e. Lê di heman demê de li dij niheqîyên civakî, bi carekê de, dikare helwesteka pilingwarî bigire.
Ew xwe bi van sê peyvan salox dide: bihêz, bi xwebawer û sosyal.

Jiyan li amedê, li Kuça hunerê bi ciwanan re
Piştî hatina xwe ya bo Swêdê, Tu cara yekem vê havînê çûyî Kurdistanê. Tu nêzî mehekê li derdora Amedê mayî. Çima Bakurê Kurdistanê û ne parçeyekî din?
Jiyan: Min xwest ku ez nîsan bidim Kurdistan welatekî yekgirtî ye, ne parçe parçe ye. Ev yek ji bo min gelek girîng e. Û wekî din jî derfeteke gelek baş derket pêş bim. Hevaleka min ya ji Amedê wê biçûya wir. Û ez jî bi wê re çûm. Helbet min dixwest ku ez Kurdistanê bibînim.

Jiyan, ji SR (Radyoya Swêdê), hevala xwe Şîlan Diljen re, li Amedê li Deriyê Çiyê bi zarokan re
Vê seferê çi bandor li te kir?
Jiyan: Vê seferê carek din anî bîra min ku ez ji ku me û di warê nasnameya min de ez hêmintir kirim. Ez di derbarê gelê xwe de pirtir tişt hîn bûm. Ez li ser rewşa kurdan pirtir bûm şareza. Ez hêvîdar im, ez niha bikaribim alîkarîya wan bikim, bi taybetî tiştekî ji bo zarokên kurd bikim.
Tu bi vê seferê çi hîn bûyî?
Jiyan: Ez kurdî pirtir hîn bûm. Min mirovên nû nas kirin.
Dibistana Kurdî/H. Diljen




















