Tema modersmål - nordkurdiska

Xwedîya nû ya malpera me Karîn Brobäck dest bi karê xwe kir

Ji bo çapkirinê
Mudûra Navenda Duzimanî ya Şaredarîya Vesterosê (Cf2-Centrum för tvåspråkighet) Karîn Brobäck (Brûbek) dest bi karê xwe kir. Ew di şûna mudûrê berê Joachîm Gotz de hat tayinkirin. Joachîm Gotz li Stockholmê bû şefê Dayreya perwerdeya zimanê zikmakî (Språkcentrum). Karîn Brobäck di heman demê de, li ser navê şaredarîyê bû xwedîya malpera me.

Wê roja pêşî ya karê xwe yê nû hîsên xwe weha anîn zimên: ”Ez ji aliyên hevkarên xwe ve bi awayekî gelek germ hatim pêşwazîkirin. Ez xwe wek keseka hezkirî û bêrîkirî hîs dikim. Ez ê hewl bidim ku bersiva hemû daxwazên  ku ji min tên payin bidim.”

Karîn Brobäck, di warê perwerde û rêveberîya perwerdeyê de xwedî hebûneka mezin û serpêhatîyên dûr û dirêj e. Berî ku li bajarê Vesterosê di Navenda Duzimanê de dest bi mudûriyê bike li bajarê Orebro mudûra lîseya ”Tullängsskolan” bû.

Hêjayî gotinê ye ku Karîn Brobäck di navbera 25 kesên ku ji bo mudûriyê serî lê dabûn de hat hilbijartin. Komisyona hilbijartinê, ji nûnerên şaredarîyê Dayreya Karmendgirtinê, nûnerên sendîkaya mamostan û nûnerên mamosteyên Navenda Duzimanî pêk dihat. Ez yek ji nûnerên mamosteyan bûm.

Dibistana Kurdî/Haydar Diljen

 

Wêneferheng
Wêneferhenga bi deng

Ferhenga Kurdî-Swêdî

ferheng

Hilbijartî

hebanacirokan2
filmen_karton_icon

Ziman û perwerde

materyalen_derse nivisar-seminar-fakta
rapor_dosya wene-foto
proj_amed_icon