Hevalê me yê sohbetgerm, afirîner, xwedî vîzyon û berhemên mayinde Nedîm Dagdevîren, bi awayekî bi lezûbez li nav me koç kir. Em ê sibe ji hev xatir bixwazin û wî ber bi Amedê ve bi rê bikin. Di vê nameyê de ez dixwazim dakevim salên 70î û beşeka biçûk ji keda Nedîm ya ji bo “dunyayeka xweş” çend têbinîyan binivîsim.
Hevalê xoşewîst Nedîm!
Tu niha diçî Amedê. Ew Ameda ku ewqas heyacan û coş dida te, ew Ameda ku di kolanên wê yên qedîm de keda te ya ji bo “dunyayeke xweşik” heye. Belê hesreta bîst û pênc salan diqede. Êdî tu hêz nikare te ji Amedê biqetîne. Xwezî ev veger bi awayekî din bûya, lê nebû.
Te eserek dîrokî, wek Kitêbxaneya Kurdî, bîranînên rûyekî tijî ken, hevaltîyeka germ, du birazîyên wek Bawer û Robîn ji me re hiştin. Em heval û dostên te bi te serbilind in. Ha Nedîm, ji bîr meke, ji Wedat û hevalên din re jî silavên me bêje. Bêje heval dibêjin, rihat razên, asoyên azadîya Kurdistanê ronî dibin.
Salên 70î: Enstîtuya Perwerdeyê ya Amedê û "DYÖD"
Ez di dawiya 1974an de hatim Amedê. Em heta 1977ê di Enstîtuya Perwerdeyê ya Amedê de bi hev re bûn. Paşê jî em bi hev re di xebatên tevgera demokratîk ya mamosteyan de aktîf bûn. Salên 1974-77 di Amedbûyina Diyarekirê de roleka girîng lîst. Tu dizanî, Enstîtuya Perwerdeyê ya Diyarbekirê wê demê di bin destên faşîstên tirk de bû. Rêxistina xwendekaran DYÖD (Komela Xwendina Bilind ya Diyarbekirê) gelek qels bû. Me bi hêzkirina DYÖD û ji faşîstan paqişkiran Enstîtuya Perwerdeyê dest bi xebatên demoktarîk kir. Di demeke kin de em bi ser ketin. Me bi çend boykot, meşên girseyî yên bi sloganên wek “bimre kolonalîzim” û “Turkeş kûçikê reş” di nav çend mehan de, berê Enstîtuya Perwerdeyê ya Amedê û paşê jî temamê Amedê ji faşîstên ku di dema rejîma 12 adarê de hatibûn bicihkirin paqiş kir. Gelek caran me di DYÖDê de ji êvar de çalakîyên xwe plan dikirin. Carnan sibetirê, di dema pratîka çalakîyan de, hin xwendevan nedihatin. Ya dê û bavê wan ya yan jî ew bi xwe “nexweş” diketin. Lê te tu carî negot dê, bav yan jî ez “nexweş” im. Tu hertim bi bejna xwe ya bala û dengê xwe yê dawidî di refên pêş de bû.
Paşê me di kongreya 'DYÖD' ya sala 1976ê de, bi perspektîfeke Kurdistanî rêveberîya DYÖDê girt. Tê bîra min, di kongreya di salona TOB-DERê de nêzî hezar kesî hebû. Ez serokê dîwanê bûm. Lîsteya Kurdistanî bi ferqeke gelek mezin di wê kongreyê de bi ser ket. Tu di van xebatan de, bi wî qapûtê xwe yê boz û stûpêça xwe ya li qapûthatî her li pêş bû.
Gulana 1978ê Stenbol
Di 1ê gulana 1977an de ji aliyê hêzên dewletê ve li Stenbolê 37 kes hatin kuştin. Di 1ê gulana 1978an de, ji bo ku qada şerê demokratîk ji nîjadperest û faşîstên tirk re neyê hiştin, em bi çend hevalên mamoste yên din, li ser navê Tob-DERa Amêdê çûn Stenbolê û tevlî meşa 1ê gulanê bûn. Ez û tu rêvebirên grûbê bûn. Me pankarta xwe ya bi kurdî “Bijî yekê Gulanê” ji Beşîktaşê hilda heta qada Taksîmê. Wê dema di nav tevgera mamosteyan de slogana (dûrişme) me ya sereke daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî bû.
Rojen, Beybûn, Roza, Şîlan
Tu, Ahmet Beyîk, Mehmet Aslan, Wedat Aydin û ez, em di heman demê de zewicîn, ya salek berê ya jî paşê. Em hemû li Amedê dijiyan. Dema me ji dawet û nîşanên mezin re tune bû, em her bi xebata sîyasî ve mijûl dibûn. Lê dîsa jî em beşdarî nîşan û dawetên hevûdu yên biçûk yên di navxweyî de dibûn. Temenê zarokên me yên pêşî jî nêzî hev e. Wek gelek hevalên me yên din, me hemûyan navên kurdî li zarokên xwe kirin. Navê kurê te bû Bawer, keça Ahmed Beybûn, Kurê Wedat Rojen, keça Mehmed Roza û keça me bû Şîlan. Wê demê, di warê kurdî de, di nav me de yê herî jîr Ahmed Beyîk bû. Gelek caran navên zarokên me wî lêdikirin, mesela navê Şîlan û Arjen.
Mamosteyên Demokratên Şoreşger
Me bi hev re di nav tevgera Mamosteyên Demokratên Şoreşger de gelek xebatên bi wate kirin. Ji wan xebatan yek semînerên ji bo perwerdeya mamosteyan bûn. Min û te me bi alîkarîya Mahmût Çikman anketek amede kir kû em bizanibin ka mamosteyên ku wê demê li Amedê kar dikirin çiqas bi pirsên perwerde û yên civakî ve mijûl in. Me di pirsekê de navên hin pirtûkên ku wê demê di babeta perwerdeya demokratîk de navdar bûn rêz kirin û me pirsî, gelo we ji van pirtukan kîjan xwendine. Di pirsekê de jî me xwest ku em bizanibin ka mamoste rojnameyan dixwînin ya na. Min û te encamên wê anketê di salona TOB-DERê de pêşkêşî mamosteyan kirin. Encam gelek xerab bûn. Li gor encamên anketê, rêjeya mamosteyên ku pirtûk û rojname dixwendin gelek nizm bû. Te kaxeza ku encamên enketê li ser hatibûn nivîsîn bilin kir û bi wî dengê xwe yê bi biryar û mîkrofonîk, çavên xwe li ser 400î zêdetir mamosteyan gerand û got “Em ê bi vî awî têkaşîna perwerdeyeka bi zimanê zikmakî bidin?”. Ji kesî deng derneket. Ew semîner, ji semînerên ku heta wê demê di wê salonê de hatibûn li dar xistin, ji hemûyan qelebelixtir bû.
Cuntaya leşkerî û li Sûriyê salên sirgûniyê
Paşê di 1980ê de Cuntaya leşkerî hat ser hukum. Di nav rêxistinên sîyasî de erdhejek çêbû. Em mecbûr man ku welatê xwe li cih bihêlin. Em çûn Surîyê. Di nav rêxistina me de jî çend grûb peyda bûbûn. Em cihê ketin. Lê dîsa jî me peywendîyên xwe ji hev qut nekirin. Ez li Qamişloyê hatim serdana te. Tu nexweş ketibû. Şert giran bûn. Ez naxwazim zêde behsa wan rojan bikim.
Sirgûnîya li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî
Tu hatî Swêdê. Salên pêşî, wek hemû sirgûnên dinyayê, bi hêvîya vegara wêlêt derbas bûn. Me xwe wek mêvan didît. Hemû enerjîya me diçû çalekîyên li dijî cûntayê û hemû fikir û ramanên me jî li ser planên vegera welêt bûn. Lê te ji doza KÎP/DDKDyê10 sal ceza xwaribû û şertên li welêt ji bo vegerê ne guncav bûn. Tam wê demê te karekî pîroz ji xwe re kir hedef. Ew jî fikra Kitêbxaneya Kurdî bû.

Te Kitêbxaneya Kurdî ava kir. Niha di kitêbxaneyê de 8.000 kitêb, koleksiyona 600 kovaran, 200 kaset û CD, 360 kitêb û 340 kovarên dijîtal hene. Di kitêbxaneyê de sê kes wek kadro kar dikin. Butçeya kitêbxaneyê milyonek kronên Swêdî ye, Wezareta Kulturê ya Swêdê û Şaredarîya Stockholmê kitêbxaneyê fînanse dike.
Hemû rêxistinên kurdan yên siyasî û demokratîk di jiyana xwe ya sirgûnîyê de gelek karên rojane kirine lê dezgeheke wek Kitêbxaneya Kurdî nikaribûn ava bikin, lê te kir. Yê ku te dike mirovekî dîrokî jî ev eser e. Helbet ku mirov weha xwedîyê vîzyon û planên mezin be û wan bi cih bîne, dê hinek hesûd jî derkevin pêş mirov. Cara dawî dema ku te grûba Amedê pêşwazî kir, te ji min re got, “her tişt li holê ye, ez guh nadim gotinên vala û tu jî guh medê, divê em karê xwe bikin.”
Kitêbxaneya Kurdî nasnameya te ye
Tu helbet xwedîyê gelek taybetmendîyên din bû jî. Wek mînak, tu şahîr bû, te baş helbest dixwendin, tu ajîtator bû, tu xweşsohbet bû, tu mamosteyê edebiyatê yê rastî bû. Lê bi ya min ku mirov van hemû taybetmendîyên te têke alîyekî mêzînê û vîzyon, fikir, avakirin û rêvebirina te ya Kitêbxaneya Kurdî têke alîyê din, dê alîyê Kitêbxaneya Kurdî girantir were. Loma destûrê bide ku ez bêjim, Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê nasnameya Nedîm Dagdevîran e. Em kurd ji bo vî karê pîroz ji te re deyndar in. Ez hêvîdar im, em dikarin bi alîkarîya xwe ya ji bo jiyandina Kitêbxaneya Kurdî vî deynê xwe siviktir bikin.
Projeya Amedê û serdana Kitêbxaneya Kurdî

Tu dizanî, ez heta niha gelek caran hatim serdana Kitêbxaneya kurdî. Gelek caran bi hevalên xwe yên mamosteyên kurdû û şagirdên xwe yên lîseyê re hatim. Cara dawî ez di 8ê meha 11an a sala 2006ê de (08.11.2006) bi grûbek mamoste û şagirdên ku ji Amedê hatibûn Swêdê mêvandarîya me re hatim kitêbxaneyê. Em 25 kes bûn. Mamoste û şagirdên lîseyê yên Amedê û yên Swêdê yên ku beşdarî dersa kurdî dibin bi me re bûn. Te û Eyub Alacabey em bi germîyeke “malbatî” di derî de pêşwazî kirin.
"Dema ku grûbek ji Amedê tê, em xwe û wan wek ji heman malbatê dibînin.”
Te desteyek kincên reş li xwe kiribûn û bi kirawatek belek xemla xwe temam kiribû. Te ji Kêfan dikir bifirîya. Mirov digot qey wê rojê daweta te ye.Te got, “ ez bêsînor kêfxweş im. Dema ku grûbek ji Amedê tê, em xwe û wan wek ji heman malbatê dibînin.” Tu yeko yek bi mêvanan re mijûl bûyî, te dûr û dirêj behsa Kitêbxaneya kurdî kir.
“Ahdê me hebû ji bo dunyayeka xweş, îro ew ahdê me bi cih tê."

Min ji te pirsî; gelo 25-26 sal berê tu li Amedê mamoste bû. Paşê cunta hat û tu hatî Swêdê. Te li Swêdê Kitêbxaneya Kurdî ava kir û tu bûyî serokê kitêbxaneyê. Îro hevalên te yên mamoste bi şagirdên xwe re tên serdana te. Tu çi hîs dikî? Bersiva te weha bû (ji kaseta video):
“Ahdê me hebû ji bo dunyayeka xweş, îro ew ahdê me bi cih tê. Ku cunta nehata jî em ê îro li ser van karên xwe bûna. Cûnta hat me cihê xwe guhert, lê em bi biryar bûn ku ji bo dunyayek xweştir bixebitin. A ji we re berhemên xebata me. Kitêbxaneya kurdî jî û ev projeya Amedê jî girêdayî vê xebatê ye. Îro ez serokê Kitêbxaneya Kurdî me. Heyder bi şagirdên xwe yên kurdî û şagird û mamosteyên ji Amedê hatîye serdana me. Ma ji vê xweştir tiştek heye. Me ji bo vê rojê xebat dikir û çavên me ev roj dît.”

“Diyarbekir mala min”
Te û hevjîna te Gulê we wê êvarê hemû mêvan ezimandin xwarineke bi muzîka kurdî ya zindî. We mazûbanîyeka Diyarbekirwarî ya germ nîşan da. Şagirdên ji Amedê bi stran û dîlanên xwe dilê te rihet kir. Gul jî di destên şagirdan de derneket. Ber bi dawiya şevê te Beyto Can jî anî şevê. Beyto Can bi “agir ketîye dilê min” dest pê kir û bi “Diyarbekir mala min” berdewam kir. Dema ku navê “Diyarbekirê” derbas dibû coşa te û mêvanên te yên amedî digîhîşt dereceya herî bilind. Min sê roj piştî wefata te carek din li fîlmê wê şevê mêze kir. Bi ya min ev şev yek ji wan şevên ku tu bêsînor bi coş û kêf bû. Dema ku mirov li fîlmê wê şevê mêze dike, mirov dibêje qey tu fînala jiyana xwe pîroz dikî. Ji hemşerîyên xwe re mazûbanîkirin kêfeka mezin dida te. Em wê şevê gelek peyivîn. Te digot, “divê mirov guh nede hesûdan. Em û karê me jî li holê ye û hesûd jî li holê ne. Gelê kurd kî çi dike dibîne. A li vê atmosferê binêre.”
Mamoste Nedîm!
Tu niha diçî Amedê. Ew Ameda ku ewqas heyacan û coş dida te, ew Ameda ku di kolanên wê yên qedîm de keda te ya ji bo “dunyayeke xweşik” heye. Belê hesreta bîst û pênc salan diqede. Êdî tu hêz nikare te ji Amedê biqetîne. Xwezî ev veger bi awayekî din bûya, lê nebû.
Te eserek dîrokî, wek Kitêbxaneya Kurdî, bîranînên rûyekî tijî ken, hevaltîyeka germ, du birazîyên wek Bawer û Robîn ji me re hiştin. Em heval û dostên te bi te serbilind in. Ha Nedîm, ji bîr meke, ji Wedat û hevalên din re jî silavên me bêje. Bêje heval dibêjin, rihat razên, asoyên azadîya Kurdistanê ronî dibin.
Ez soz didim te, dema ku linga min bi Amedê keve, ez ê berî her tiştî werim serdana te.
Ez carek din êşa Bawer, Robîn, Gul, Edîp, Ozcan, dayika te û hemû endamên malbata te yên din, dost û hevalên te par ve dikim. Oxira te ya xêrê be û di tirba xwe de rehet razê!
06.03.2007
Haydar Diljen













