Tema modersmål - nordkurdiska

Qralê Swêdê û keça kurd Siliva Aydin

Ji bo çapkirinê

 

Keça kurd Silîva Aydin a 8 salî, li gel grûba xwe, xelatek wergirt. Xelat ji alî qralê Swêdê hat dayîn. Îsal li seranserî Swêdê di 05.05.2007an de ji bo 100salîya Şopgerên(Scout) Swêdê, ev roj wek Roja Şopgeran hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi gelek cûre çalakîyan hat kirin. Li gelek taxên cihê yên Stockholmê çalakîyên têvel hatin çêkirin. Li gel çalakîyan pêşbirkeyek (musabeqe) jî hate amadekirin. Nêzîkî 3000 şopger beşdarî pêşbirkeyê bûn. Pêşbirke ji sê beşên temenî(jî) pêk hatibû: Biçûk (Minior), Gênc (Junior) û Patrull.

Silîva Aydin a 8 salî, ku malbata wê ji Farqînê ye, jî li gel 11 hevalên xwe li ser navê grûba xwe Humlanê* di nav 76 tîmên beşdar de bû yekem. Grûba Silîvayê 1179 pûan girt.

Mijarên pêşbirkeyê ji van 4 beşan pêk hatibû:
1-Şîyana me (Vår förmåga)
2-Xwezaya me (Vår natur
3-Em mirov (Vi människor)
4-Ewlekarîya me (Vår säkerhet)

Ji derveyî şopgeran, li derdora 5000 kesên din jî beşdarî şahîya şopgeran bûn.

Grûba Humlanê ku grûba Silîva Aydin e, derket ser sahneyê û xelata xwe ji destê qralê Swêdê Karl Gustavê XVI. wergirt.

Gelek hunermendên navdar ên wek Marcus (stêrka Idolê), Anna Maria, Dogi Dogilito, grûba Tîpîk jî beşdarî vê şahîyê bûn.

Li Swêdê nêzî sed hezar endamên klubên şopgeran hene. Li tevahîya dunyayê nêzî 38 milyon endamên klubên şopgeran hene.

Dibistana Kurdî/Mahmûd Lewendî


*Grûba Humlanê ku Silîva jî yek ji wan e, li Stockholmê grêdayî Kluba şopgerên Mälarhöjdenê ye.
 

Wêneferheng
Wêneferhenga bi deng

Ferhenga Kurdî-Swêdî

ferheng

Hilbijartî

hebanacirokan2
filmen_karton_icon

Ziman û perwerde

materyalen_derse nivisar-seminar-fakta
rapor_dosya wene-foto
proj_amed_icon