Di 5ê gulanê de li seranserî Swêdê ji bo 100salîya Şopgerên (Scout) Swêdê Roja Şopgeran hat pîrozkirin. Keça kurd Silîva Aydin a 8 salî, li gel grûba xwe, bû yekem. Bi munasebeta vê musabeqeyê min hevpeyivîneke telefonî bi Silîva Aydin re çêkir. Bi rastî li ber vê kurdîya wê ya paqij û xweş kêfa merivan tê. Em hêvîdar in ku zarokên weha yên kurd pirtir bin.
-Rojbaş Silîva!
-Rojbaş
-Silîva ez te pîroz dikim, çavê te maç dikim, pir kêfa min hat ku te qezenc kirîye.
-Belê, spas, lê ne ez tenê, hevalên min jî hene.
-Silîva
-Belê
-Em pêşî qala Scoutê (şopgerîyê) bikin?
-Erê
-Paşê em li ser musabeqeyê xeber bidin, baş e, temam?
-Temam
-Tu çend salî yî?
-Ez heşt salî me.
-Tu diçî sinifa çendan?
-Sinifa 2.
-Dibistana te baş e?
-Erê pir baş e.
-Li dibistanê hevalê te hene?
-Ooooo, pir in!
-Te kengî dest bi scoutê (şopgerîyê) kir?
-Salek e ez diçim.
-Hûn çi dikin li wir?
-Em pir tiştan dikin. Em ben girê didin, em diçin daristanê, em hemû giya û kulîlkan dibînin, em nas dikin.
-Tenê hew!
-Naaa! Em diçin derve, em carna çadir vedikin. Em carna li wir radizên.
-Wexta ku hûn radizên, li derve, di çadirê de tu natirsî?
-Na! Ma mamoste hene! Em carna gril (kebab) çê dikin.
-Kebaba li derve xweş e, ne?
-E pir xweş e!
-Scouta ku tu diçî li ku ye?
-Li vir li Mälarhöjdenê (taxeke Stockholmê ye-M.L.).
-Navê grûba we ya scoutê çi ye?
-Humlan!
-Humlan bi swêdî ye, tu zanî bi kurdî çi ye!
-Belê, humlan moz e! Mozê mezin e.
-Hûn hemû çend kes in, di scoutê de?
-Em pir in, belkî 20 belkî hîn gelek! Lê di musabeqeyê de em 11 kes bûn.

-Di musabeqeyê de çi ji we pirsîn?
-Pir tişt pirsîn, lê me hemû karîbû, tenê me sê pirs nizanîbû. Hinek pirs li ser kartan nivîsîbûn, ji me dipirsîn.
-Gelek kes hatibûn?
-Belê pir bûn. Tenê 76 grûb ên biçûkan (minior) bi hev re ketin musabeqeyê.
-Êêêê, di nav wan hemû grûban de we qezenç kir, hûn bûn grûba yekê?
-Belê!
-Kê got we qezenc kir?
-Mamosteyekî got Humlan qezenc kir.
-Wexta got Humlan bû yekem we çi kir?
-Em qîjîyan, me got aaaaaaa! hurrrrraaaaa! û em revyan çûn ser sahnê. Qral jî li wir bû.
-Li ser sahnê?
-Belê, wî jî cilê scout li xwe kiribû.
-Qral çi got?
-Nizanim nayê bîra min. Lê got pîroz be. Xelata me da me.
-Xelata we çi bû?
-Mûmdaneke mezin bû. Me hemûyan pê girt û me bilind kir.
-Nuha kêfa we pir hat, ne?
-Belê em zaf kêfxweş bûn. Me hev hembêz kir. Pir xweş bû.
-Paşê we çi kir?
-Paşê em hatin jêrê. Hemû hevalên dibistana me hatin em pîroz kirin. Pir xweş bû. Tu zanî ev musabeqeya min a pêşî ye ku ez tevê dibim.
-Bi rastî
-Erê
-Baş e, ji mala we kî li wir bû
-Bavê min û xuşka min Bêrî.
-Bavê te çi kir?
-Ez maç kirim, ez hemêz kirim.
-Diya te?
-Ew nikarîbû bihata, karê wê hebû.
-Êêê paşê hûn çûn malê we çi kir?
-Min li ber malê ji diya xwe re got, pir kêfa wê hat ew qîjîya, hat ez maç kirim, ez hemêz kirim.
-Silîva kurdîya te pir xweş e. Tu vê kurdîya xweşik li ku hîn bû?
-Li malê, diya min û bavê min ez hîn kirim.
-Silîva tu zanî ez ê van xeberdanên me di înternetê de çap bikim, di Dibistana Kurdî de ez ê belav bikim, tu qebûl dikî?
-Eeeee! Ma baba zane. Ez di Dibistana Kurdî da carna guhdarîya çîrokan dikim, carna jî em memorî dilîzin.
-Silîva ji bo ku xwendevan te nas bikin, tu dikanî navê diya xwe û bavê xwe bibêjî.
-Navê bavê min Nîmet Mumtaz e, navê diya min Leyla ye, û hebkî xuşka min heye Bêrî ye.
-Silîva ez dibêjim hewqas bes e, ez te pîroz dikim, çavên te maç dikim û tu bizanibî ku em bi te serbilind in!
-Spas, ez jî te maç dikim.
Dibistana Kurdî/Mahmûd Lewendî
>>> Qralê Swêdê û keça kurd Siliva Aydin













