Tema modersmål - nordkurdiska

Abdulla Demîrbaş ji şaredarîyê hat bi dûrxistin

Ji bo çapkirinê

 

Şaredarê Şaredarîya Sûra Amedê Abdulla Demîrbaş ji aliyê Dadgeha Rêvebirî ya Tirkîyê ve ji şaredarîyê hat bi dûrxistin û meclîsa şaredarîyê jî hat betalkirin. Sedemê vê biryara sosret hewildanên Abdulla Demîrbaş yên ji bo şaredarîyek pirzimanî tê nîşandan. Ev doz li ser daxwaza Wezareta hundur ya Tirkîyê hatibû vekirin. (Wêne: Abdulla Demîrbaş bi wezîrê dibistanan yê Swêdê Îbrahîm Baylan re-2004).

Abdulla Demîrbaş li Swêdê li bajarê Vesterosê (Västerås) bi şagirdên kurdî yên lîseyê re (20-01-2005)

Abdulla Demîrbaş ji wan şaredaran e ku alaya kurdî bilind dikir . Wî û şaredarîya wî, bi îmkanên xwe yên gelek bi sînor heta niha ji bo xizmetên giranbiha pêk anîn.

Abdulla Demîrbaş bi du rojnamevanên kurd/swêdî Şîlan Diljen ji SR (Radyoya Swêdê) û Jiyan Zandî ji SVT (Televizyona Swêdê), hezîran 2007

Ew heta niha gelek caran hatîye Swêdê. Sê sal berê dema ku hatibû Swêdê wezîrê dibistanan Îbrahîm Baylan û grûbek şagirdên dersa kurdî jî ziyaret kiribûn. Li ser ezimandina wî, ji Swêdê jî çend caran şagird û mamoste çûbûn mêvanên şaredarîya wî. Cara dawî di navbera 10-16ê gulana îsal de grûbek şagird û mamoste ji Swêdê çûbûn Amedê û beşdarî festîvala navneteweyî ya şaredarîya Sûrê bûbûn. Abdulla Demîrbaş ew bi germî pêşwazî kiribûn û pirtûkên kurdî wek dîyarî dabûn wan.

Şagird û mamosteyên ji Swêdê bi Abdulla Demîrbaş re (12ê gulanê 2007)

Abdulla Demîrbaş anketek dabû çêkirin. Li gor wê anketê ji %72 nîştecihên şaredarîya wî bi kurdî diaxifin. Meclîsa şaredarîyê jî li gor vê rastîyê biryara şaredarîya pir zimanî dabû û xizmetên şaredarîyê bi kurdî jî dimeşandin. Dadgeha tirk ev yek li dijî ewlekarîya tirkîyê nirxand û Abdulla Demîrbaş ji wezîfê girt.

Gelek parlamenterên Parlamentoya Ewropayê, çend parlamenterên Swêdî jî tê de,  piştgirîya xwe ji bo Abdulla Demîrbaş dîyar kiribûn.

Ji arşîva me şend nivîsên din yên li ser çalakiyên Şaredarîya Surê û Abdulla Demîrbaş:

Şaredarên Amedê bi wezîrê dibistanan yê Swêdê re hevdîtin pêk anî

Şaredarên Amedê li Swêdê şagirdên kurd zîyaret kirin.

Rojnamevanên kurd yên Swêdê bi şaredaran re hevdîtin pêk anîn

Pêncemîn Mîhrîcana Zarokan ya Şaredarîya Sûra Amedê bi dawî hat

Li Amedê kovara zarokan ya bi kurdî: ŞEMAMOK

Ji Swêdê heta Amedê-2004, wêne

 

Wêneferheng
Wêneferhenga bi deng

Ferhenga Kurdî-Swêdî

ferheng

Hilbijartî

hebanacirokan2
filmen_karton_icon

Ziman û perwerde

materyalen_derse nivisar-seminar-fakta
rapor_dosya wene-foto
proj_amed_icon