Tema modersmål - nordkurdiska

Çavdêrîyên Hêlîn Pakdemîrê yên ji Tirkîye û Kurdistanê

Ji bo çapkirinê
Hêlîn Pakdemir 13 salî ye û li Swêdê çêbûye. Ew li Swêdê di nav malbatê de bi kurdî diaxifin. Zimanê wê yê dibistanê swêdî ye, lê kurdî û îngilîzî jî dixwîne. Ew, havîna derbasbûyî çûye Tirkîyê û Kurdistanê. Li wir bûye şahîda trajedîya kurdan ya di warê zimên de. Wê nikaribûye bi kuzînên (dotmam, pismam, bixaltî û hwd.) xwe re bi kurdî biaxife. Zarokên dergevan bûne hevalên wê û xuşka wê yên herî nêzîk. Çima? Ji ber ku wan bi kurdî zanibûye.

Me ji bo Dibistana Kurdî bi wê re hevpeyvînek kir. Ku hûn dixwazin di warê zimên de rewşa zarokên kurd yên li Tirkîyê û Kurdistanê bizanibin, fermo çavdêrîyên Hêlînê bixwînin.

Hêlîn Pakdemîr, 13 salî

-Navê te çi ye?
-Navê min Hêlîn e.
-Tu çend salî yî?
-Ez 13 salî me.
-Xuşk û birayên te hene?
-Tenê xuşkek min heye, ew jî deh salî ye, navê wê Berfîn e.

Ez çûm Tirkîyê û Kurdistanê

-Tu vê havînê çûyî derekê?
-Tu bi kê re çûyî?
-Bi diya xwe û xuşka xwe re çûm.
-Çima bavê te bi were nehat?
-Ew nikare were.
-Çima nikare were?
-Ji bo ku polîs ew ê wî bigirin!
-Çima çi kirîye?
-Ez nizanim çi kirîye. Lê bavê min dibêje wî tiştek nekirîye. Wî tenê gotîye ez kurd im û ji bo zimanê kurdî kar kirîye, loma!

Li her derê kurd hene

-Hûn çûn kîjan bajaran?
-Pêşî em çûn Îstenbolê, paşê em çûn bajarekî li ber Derya Egeyê, navê wî Bodrûm bû.
-Li Bodrûmê we çi kir?
-Qet, em çend rojan li wir man. Em li otêlê man. Otêleke pir xweş bû.
-Li Bodrûmê te bi kîjan zimanî bi wan re qise dikir?
-îngilîzî û kurdî piçeki tirki.
-Tu bi tirkî dizanî
-Pir nizanim, lê ez piçekî fam dikim.
-Baş e îngilîzî temam, lê kurdî te bi kê ra qise dikir?
-Bi kurdan re.
-Ma li wir kurd hene?
-Erê, hem li otêlê û hem jî li çarşîyê kurd hebûn.

Baş e, wan çawa dizanibû ku hûn kurd in?

-Ji ber ku me bi tirkî nizanîbû. Wan jî dipirsî "Hûn ji kuderê ne?" Me jî digot em kurd in.
-Wexta ku te digot em kurd in, xelkê çi digot?
-Yên tirk digotin qey em kurdên iraqê ne. Lê lawikek hebû wexta ku me got em kurdên Diyarbekirê ne, got ez jî kurd im. Bi me re hertim bi kurdî qise dikir. Pir ji me hez kir.
-Hûn çend rojan li wir man?
-Em sê rojan li Bodrûmê man.
-Paşê hûn çûn kuderê?
-Em dîsa vegeryan Îstenbolê, di wir re jî em çûn Diyarbekirê.
-Li Diyarbekirê gelek merivên te hene?
-Erê, pir pir hene!
-Kî ne, çi yî te ne?
-Hemû merivên diya min û bavê min in: pismam, dotmam, xaltî, met, ap, xal, diya diya min, bavê bavê min û gelek zarokên wan, hemû li wir in.

Berfîn diçû bi zarokên qapicî (dergevan) re dilîst, ji ber ku wan bi kurdî dizanibû

-Te bi wan re bi kîjan zimanî qise dikir?
-Bi kurdî, carna piçekî bi tirkî!
-Zarokên ku bi kurdî nizanîbûn hebûn?
-Eee, pir pirrr! Wele pir bûn!
-Te çawa bi wan re qise dikir! Bi kîjan zimanî?
-Bi kurdî, carna çend gotin tirkî!
-Çima zarokên wir bi kurdî nizanin?
-Nizanim, qey nizanin! Yan jî fêr nebûne!
-Baş e, dê û bavê wan hemûyan bi kurdî zanibûn?
-Erê, hemûyan dizanîbû.
-Te ji zarokan re nedigot ku çima bi kurdî nizanin?
-Na min ji zarokan re negot, lê min ji diya wan û bavê wan re digot.
-Êêê, dê û bavên wan çi digot?
-Wan jî digot "Welleh tu rast dibêjî!" Lê zarokên wan, wexta ku em diçin wir, piçekî kurdî qise dikin, ew jî ji bo me.

Eyb e, ku mirov bi kurdî nizanibe

-Baş e, bi te ev tiştekî normal e!
-Na çima normal e. Eyb e! Ma hemû kurd in û kuzînên min in. Çima nizanin? Gerek zanibin. Yan na ez wan fam nakim. Ji xwe Berfînê qet ji wan fam nedikir. Berfîn her tim diçû bi zarokên qapicî (dergevan) re dilîst.
-Çima!
-Ji ber ku zarokên qapicî kurd bûn! Pir baş bi kurdî qise dikirin.
-Hûn qet çûn çarşîyê, dikanan?
-Erê, hem jî pir caran!
-Li çarşîyê we bi kîjan zimanî qise dikir?
-Bi kurdî.
-Dikandar çi digot, wexta ku we bi kurdî qise dikir?
-Kêfa wî pir dihat.
-Tiştê herî ecêb (balkêş) ji bo te çi bû?

Min digot ez li dibistanê kurdî jî dixwînim, ji wan re pir ecêb dihat

-Min digot ez li dibistanê kurdî jî dixwînim, ji wan re pir ecêb dihat, digotin " çawa dibe!" Min digot "dibe, li Swêdê herkes dikare heftê saetekê bi zimanê xwe bixwîne. Ew dersek e, jê re dibêjin zimanê dayikê." îcar ji wan re pir ecêb dihat, lê kêfa wan jî dihat.

Stokholm, resim, bale û keman

-Tu li Swêdê dimînî ne?
-Erê, li Stockholmê.
-Ji derveyî dibistanê tu çi dikî?
-Ez diçim kûrsa Wêne (resim) û kemanê.
-Tu xweş resiman çêdikî?
-Nizanim, belkî.
-Keman?
-Ev 4 sal in ez li kemanê dixim. Lê ez stranên kurdî baş nizanim lêxim. Lê îsal mamostayekî me yê kurd heye, ew ê stranên kurdî jî rê me bide.
-Helîn can gelek spas ji bo vê hevpeyivînê. Lê di dawîyê de, tu dixwazî ji zarokên kurdan re tiştekî bibêjî?
-Ez jî spas dikim. Gerek zarokên kurdan zimanê xwe bizanibin. Zarok bira ji dê û bavê xwe re bibêjin em kurdî dixwazin û dîsa spas.

________

Hêlîn Pakdemîr di warê wênesazîyê de jî hêvîya wênesazeka profesyonel dide mirov. Ev wêneyên wê vê îdeaya me piştrast dikin:

Çend wêneyên ku hêlînê çêkirine:

 

Dibistana Kurdî, 19-12-2007

 

Wêneferheng
Wêneferhenga bi deng

Ferhenga Kurdî-Swêdî

ferheng

Hilbijartî

hebanacirokan2
filmen_karton_icon

Ziman û perwerde

materyalen_derse nivisar-seminar-fakta
rapor_dosya wene-foto
proj_amed_icon