Tema modersmål - nordkurdiska

Mats Wennerholm wek rêvebirê salê yê perwerdeya zimanê zikmakî hat hilbijartin

Ji bo çapkirinê

 

Mats Wennerholm, ji aliyê redaksiyonên malperên 30 zimanan ve, bi yekdengî, wek rêvebirê salê yê perwerdeya zimanê zikmakî hat hilbijartin. Redaksiyona me bi dilgermî piştgirîya Mats Wennerholm kir. Mats Wennerholm, li Swêdê li Dayreya Giştî ya Xwendegahan muşawîr e û ev şeş sal in ku Projeya Temaya Zimanê Zikmakî bi rê ve dibe. Malpera me, Dibistana Kurdî, di sala 2000ê de wek projeya pîlot ya destpêka vê projeyê dest pê kir. Niha proja Temaya Zimanê Zikmakî ji malperên 30 ziman û zaraveyan pêk tê.

Mats Wennerhom, hem ji bo geşbûna vê projeyê û  hem jî ji bo qedirbilinkirina perwerdeya zimanê zikmakî xizmetên gelek giranbiha meşandin û dimeşîne.

Herweha du sal berê Mats Wennerholm bi grûbek mamoste û şagirdên lîseyê re çûbû Amedê û gelek serdanên perwerdeyî pêk anîbûn.

Osman Baydemîr û Mats Wenerholm-Amed 07/11-2005 (Wêne: Dibistana Kurdî)

Xelata Mats Wennerholm, roja 21ê sibatê, ango Roja Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî li Bakurê Swêdê li bajarê Borlängeyê (Borlenge) bi merasimekê hat dayin. Mats Wennerholm bi munasebeta semînerekê li Borlängeyê bû.

Em, wek redaksyona Dibistana Kurdî, Mats Wennerholm pîroz dikin û carek din diyar dikin ku ew hêjayî xelatên hîn mezintir e.

Ji semînera Borlängeyê çend wêne:

 

Tekst: H. Diljen
Wêne: Josef Azad Erdem

 

Wêneferheng
Wêneferhenga bi deng

Ferhenga Kurdî-Swêdî

ferheng

Hilbijartî

hebanacirokan2
filmen_karton_icon

Ziman û perwerde

materyalen_derse nivisar-seminar-fakta
rapor_dosya wene-foto
proj_amed_icon