Abdullah Demirbaş wekî şaredarê Sura Amedê ji ber bikaranîna zimanê kurdî ji peywirê hat girtin, lê dozên li dijî wî berdewam dikin û hejmara wan gihaştiye derdora 30 dozan. Piraniya van dozan ji ber bikaranîna zimanê kurdî hatine vekirin.
Tiştê ecêb di hemû dozan de vê yekê naynin ziman, di dadgehê de sûc wekî bikaranîna tîpên ji derveyî tirkî tê diyarkirin.
Di danişîna dawî ya darizandina Demîrbaş de, ku roja 20ê gulanê pêk hat, dadger jî Demîrbaş pirsî ku çima Demirbaş tîpên ne bi tirkî bi kar aniye û muxalefeta tîpên tirkî kiriye.
Li ser pirsa dadger, Şaredarê Surê Demirbaş wiha bersiv da û got: “Dema ku ez şaredarê Sura Amedê bûm, ji bo heftiya mafê mirovan me di panoya xwe de, li kêleka tirkî, bi zimanê kurdî jî bala gel kişandibû ser vê çalakiyê. Ji ber ku xelkê me yê di nava Suran de dijî piraniya wan bi tirkî nizanin, me xwest ku em wan bi zimanê wan agahdar bikin. Li gor min karê Şaredariyan ne tenê paqijî, kanalisyon û av e. Ji bilî van karan hin peywirên di yên giring hene, pêwist e şaredarî di warê mafê mirovan de. adaleta civakî û parastina mafan de xizmeta gel bike û wan agahdar bike.
Armanca ji bikaranîna zimanê kurdî ne biçûkxistina zimanê tirkî ye, me tenê li kêleka zimanê tirkî zimanê kurdî jî bikar aniye û armanaca me ku em xwe bighînin her kesî û her kes ji me fam bike. Me xwest ku em bidin zanîn ku bikaranîna pirzimaniyê zengîniyê û ev yek ji bo pêvajoya yekîtiya ewropayê gaveke pêwist û giring e. Ev yek ji bo demokrasiya tirkiyeyê jî gaveke giring e.
Mebesta min ne ew e ku ez qedexeya li ser tîpên tirkî hilînim, me tîpên kurdî bi kar aniye û bi kurdî nivîsiye. Me bi tirkî gotareke ku tîpên tirkî guhartibe bi kar neaniye. Lê dixwazim bêjim ku di qanûnê de tiştê ku wekî tîpên tirkî derbas dibe çewt e, pêwist e li şûne wê alfebeya tirkî bihata gotin.
20-05-2008, Amed
Rizoyê Xerzî













