Abdullah Demirbaş serokê sendîkaya mamosteyan şaxa Amedê bû. Di hilbijartina derbasbûyî de wek şaredarê Sûra Amedê hat hilbijartin. Ji bo xebatên wî yên ji bo kurdî dewletê ew û hemû meclîsa şaredarîyê ji peywirê (wezîfe) girt û di şûna wî de cîgirekî walî tayin kir.
DTPê ew dîsa wek namzetê şaredarîya Sûra Amedê nîşan daye. Malpera ku hatiye avakirin piştgirîya Demîrbaş dike. Di malperê de li ser vê yekê weha hatiye nivîsîn:
Abdullah Demîrbaş milîtanê zimanê kurdî ye. Wî ji bo xebata parastin û pêşxistina zimanê me bedel daye. Ango dewletê ew ji peywirê girt. Lê ew niha dîsa namzetê DTPê yê Şaredarîya Sûrê ye. Em qîmetek mezin didin xebatên wî û şaredarên wek wî. Em bi vê malperê pêştgiriya kampanyaya wî ya hilbijartinê dikin! Em dixwazin di şaredariyê de zimanê me bê bikaranîn. Ku hûn jî dixwazin nasname û zimanê kurdî di şaredarîyan de xurttir bibe, navê xwe di lîsteya piştgiriyê de binivîsin!
Di dema şaredarîya Abdullah Demîrbaş û meclîsa ku ew serok bû de ji bo parastin û pêşvebirina kurdï gelek xebat hatin kirin. Çend ji wan xebatan ev in: bi kurdî kovar û pirtûkên zarokan hatin weşandin, ji bo karmendan kurdîzanîn wek merc hat pejirandin. Malpera şaredarîyê bi kurdî hat amedekirin. Gelek belge û buroşurên şaredarîyê bi kurdî jî hatin nivîsîn.
Webbmasterê malperê Kemal Mavane û berpirsiyarê wê Haydar Diljen e. www.ademirbas.com













